Çile 13, 2018 12:02 Asia/Tehran
  • Pêgiriya dubare ya Yekîtiya Ewropayê li ser soza cihanîna tam a Lihevkirina Navokî

Yekîtiya Ewropayê bi dayîna daxûyaniyekê li ser soza xwe ya dewama cihanîna tam û bibandor a Lihevkirina Navokî pêgirî kir û ragihand ku dê digel endamên vê yekîtiyê, biryara Amerîkayê ya derheq Lihevkirina Navokî û dûhatên wê hilkolîne.

Li gorî rapora berbanega Şemiyê ya IRNA`yê, li daxûyaniya êvara Îniyê ya Yekîtiya Ewropayê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku ev yekîtî biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê derbarê Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê dê hilkolîne, hatiye: ``Wek pêngava yekem em dê digel sê welatên ewropî yên îmzekirê Lihevkirina Navokî (Fransa, Inglîz û Almanya) û welatên din ên endamê Yekîtiya Ewropayê, ji bo hiolkoandin û nirxandina hevpar a vê daxûyaniyê û dûhatên wê, bikevin hevahengiyê.

Her wiha wezîrê berê yê Enêrjiyê yê Amerîka, Êrnêst Monîz got: ``Li halekî ku Îranê sozdarê Lihevkirina Navokî ye, ewropî dê vegrandina boykotan li dijî vî welatî nepejirînin``.

Li gorî Lihevkirina navneteweyî ya navokî ku sala 2015an di navebra Îranê û Koma 5+1`ê pêkhatî ji Amerîka, Çîn, Rûsiye, Fransa, Inglîz û Almanyayê da hat wajokirin, Îranê beşek ji çalakiyên xwe yên navokî sînordar kirin û li aliyê din Amerîkayê soz da ku boykotên navokî li dijî Îranê betal bike.

Li gorî rapora berbanga şemiyê ya IRNA`yê, Êrnêst Monîz bi gotian vê yekê ku deqwleta Trump ji aliyên ewropî yên Lihevkirina Navokî dixwaze ku heta li gorî sozdariya Îranê li ser Lihevkirina Navokî, vegerandina boykotan piştrast bikin, got: ``Aliyên ewropî yên Lihevkirina Navokî dê siyasetên Trump ên dijî Lihevkirina Navokî neşopînin``.