Çile 13, 2018 10:42 Asia/Tehran
  • Trump rawestandina boykotên navokî li dijî Îranê dirêj kir

Serokomarê Amerîkayê ku heta niha du caran rawestandina boykotên navokî yên vî welatî li dijî Îranê wajo kiriye, careka din tevî diyarkirina nekêfxweşiya xwe ji Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar, rawestandina van boykotan dirêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Koşka Sipî êvara Îniyê tevî ragihandina vê yekê eva cara dawiyê ye ku Trump rawestandina boykotan û piştrastkirina Lihevkirina Navokî wajo dike, îdia kir: ``Heke rêform û guhertinên daxwazkirî ji aliyê serokomarê Amerîkayê va derheq girantirkirina çavdêriyan û girêdana bernameya mûşekî ya Îranê bi Lihevkirina Navokî pêk neyên Amerîka dê ji Lihevkirina Navokî derkeve``.

Wezareta xezanedariyê ya Amerîkayê hevdem digel biyara Trump bi kiryareka dijminane 14 kes û sazî bi mehneya binpêkirina Mafên Mirovan û bernameya mûşekî ya Îranê li lîsteya xwe ya boykotan zêde kir.

Li gorî pesendkirina Kongreya Amerîkayê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê divê her 90n rojan carekê sozdariya Îranê derheq Lihevkirina Navokî piştrast kir.

Dirêjkirina dubare ya rawestandina boykotên navokî li dijî Îranê di rewşekê da ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî ku li naveroka Lihevkirina Navokî wek tenha jêderk û saziya hêja ji bo çavdêriya li ser xebata Îranê hatiye naskirin, heta niha 9 caran sozdariya Îranê derheq Lihevkirina Navokî piştrast kiriye.

Li gorî Lihevkirina navneteweyî ya navokî ku sala 2015an di navebra Îranê û Koma 5+1`ê pêkhatî ji Amerîka, Çîn, Rûsiye, Fransa, Inglîz û Almanyayê da hat wajokirin, Îranê beşek ji çalakiyên xwe yên navokî sînordar kirin û li aliyê din Amerîkayê soz da ku boykotên navokî li dijî Îranê betal bike.

Di arstiyêî da Amerîka bi anîna mehneyan têkildarî bernameya mûşekî ya Îranê ku armanca wê berevanî ye, îdia dike ku Îranê Lihevkirina Navokî binpê kiriye, li halekî ku Yekîtiya Ewropayê jî bi caran  tevî pêgiriya li ser vê yekê ku mijarên mûşekî û navçeyî derveyî çarçova Lihevkirina Navokî ne, li ser sozdariya hemî aliyan li Lihevkirina Navokî ji bo parastina wê pêgirî kiriye.

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Îranê, Elî Ekber Salihî demek berî viya li pêwendiya bi rêya têlêfonê bi birêvebirê giştî yê Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, Yokiya Amano, tevî hişyarîdana li bara dûhatên bêsozî û binpêkirina hitmalî ya sozên Lihevkirina Navokî ji aliyê Amerîkayê va, pêgirî kir: ``Heke Amerîka sozên xwe yên derheq Lihevkirina Navokî cih neyne, dê Komara Îslamî ya Îranê biryarin bide ku dikare li ser pêvajoya niha ya hevkariyên Îran û Ajansa Navnetweyî ya Enêrjiya Atomî bandorê bike.