Çile 12, 2018 19:28 Asia/Tehran
  •  Xwenîşandana xelkê Emerîkayê ji bo azadiya zindaniyên Guwantanamoyê

Bi sedan kes bi lidarxistina xwenîşandanê li Waşengton DC`ya paytexta Emerîkayê, daxwaza azadiya zinadniyên Guwantanamoyê kirin.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, beşdarên  xwenîşandana  Waşengton DC`yê roja înê daxwaza azadiya zindaniyên  Guwantanamoyê kirin û li ser kutakirina cihêrengiya  nijadî û tirsandina ji Îslamê li Emerîkayê teqez kirin.

 Xwenîşanderan bi rakirina hin plakardan, hews û işkenca neqanûnî ya misilmanan li zindana  Guwantanamoyê şermezar kirin.

 Li vê xwenîşandanê zêde ji 10 kes çalakên  mafên mirovan, nivîskar û kesayetiyên  siyasî axivîn.

 Ev xwenîşandana  di rewşekê de hat li darxistin ku 11 zinadniyên misilman ên Guwantanamoyê roja pênşemiyê ji Donald Trump serokkomarê Emerîkayê şikat kirin.

 Xwenîaşnderan her wiha  teqez kirin ku kiryarên  Trump ên berê ji wan dayîna dfermana  li dijî koçberiyê jibo şeş welatên misilman û her wiha  peyamên  twîterî yên  li dijî  misilmanan , nîşana  elaqetên wî yên li dijî Îslamê ne.

 Barak Obama  serokkomarê berê yê Emerîkayê soz dabû ku zindana  Guwantanamoyê tehtîl dike lê Donald Trump serokkoamrê niha yê Emerîkayê dijberê tehtîlkirina  zindana Guwantanamoyê ye.

 Trump her wiha  eşkere ji zêdekirina işkenca zindaniyên Guwantanamoyê û  zindanên  din  ên ser bi rêxistinên îstixbaratî yên  Amerîkayê piştgiriyê dike.