Hevdîtina nunerê taybet ê Putîn tev Beşar Esed
Elêksander Lavêrêntîv, nunerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Sûriyê, pênşemiyê şevê tev Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li Şamê hevdîtin û gotûbêj kir.
Beşar Esed li vê hevdîtinê destnîşan kir ku serketinên giring ku artêşa Sûriyê bi alîkariya Rûsiyê û hevpeymanên din li warê rawstana li ber terorîzmê bi dest xist hegereke giring li bêencamkirina komployên rojava li Sûriyê û navçê bû.
Beşar Esed û Lavêrntîf li vê hevdîtinê , şerê li hemebr terorîzmê û pêvajoya muzakirên Astanê hilkolandin.
Heya niha 8 dewreyên muzakirên di asta bilind li Astanê bi beşadriya taximên dewleta Sûriyê, neyarên çekdar ên ku peymana agirbesa giştalî qebûl kirine û welatên Îran, Rûsiye û Tirkiye wek garantîkirên aşitiyê li Sûriyê hatiye lidarxistin.
Encama sereke ya van muzakiran, pêkanîna kêmkirina aloziyê li Sûriyê bûye.
Ev muzakire bi însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiyê û Tirkiyê bi parmana damzrandina aşitiyê li Sûriyê hatiye lidarxistin.