Rexneya Rûsiyayê ji Amerîkayê ji ber zext û zorên Waşîngtonê ser torên civakî
Berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyayê got: Amerîka û welatên rojavayî ku îdiaya azadiya axivtinê dikin bi şîdet ser torên civakî kuntrola wan heye .
Li gor rapora IRIB News`ê, Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyayê destnîşan kir: Li Amerîka, Ingilîz û Alman her roj zextûzorên ser torên civakî zêdetir dibin û torên civakî bûye emrazek di destê karbidestên van welatan.
Zaxarova ragihand: Li van welatên ku îdiaya wan a azadiya axivtinê heye û welatên din bi binpêkirina azadiya axivtinê tawanbar dikin, gelek zextûzorê tînin ser kesên ku ji torên civakî istifade dikin .
Gor raporên belavbûyî li sala 2017 li welatên wekî Amerîka, Ingilîz, Fransa û Alman qaydeûqirarên zav bona zextûzoranîna ser kesên ku diçin nav torên civakî hatine pejirandin.