Çile 12, 2018 15:44 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Çînê, Amerîka hişyar kir

Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê li bara pejirandina pêşniyarqanûnên peywendîdar bi Taywanê li meclisa nûnerên Amerîka hişyarî daye Waşîngtonê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Lûkang berdevkê wezareta karên derve yê Çînê li bara pejirandina pêşniyarqanûnên peywendîdar bi Taywanê li meclisa nûnerên Amerîka hişyarî daye Waşîngtonê û ragihand ku babetên wiha dijî qayde û qirarên Çîna wahide.

Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê ragihand: Amerîka nikare van cure peywendiyên ku tev Çînê hene, hema van peywendiyan tev Taywanê jî girê bide.

Komîta karûbarên biyanî yê nûnerên Amerîka vê hefteyê du pêşniyar qanûn pejirandin ku hatin-çûna karbidestên Amerîka û Taywanê hêsan dide.

Li pêşniyar qanûnekê Amerîka ji endambûna Taywanê wekî çavdêrê saziya saxlemiya cîhanî piştevanî bûye ku Çîn neyarê vê yekê ye.