Wezîrê xizînedariya Amerîkayê : Em boykotên nû dijî Îranê kifş dikin
Wezîrê xizînedariya Amerîkayê duh pêncşemê ragihand ku Waşîngton bi dû pesendkirina boykotên nû dijî Komara îslamî ya Îranê ye.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Steven Mnuchin wezîrê xizînedariya Amerîkayê bala xw daye ser Îranê got: Boykotên roja îro yên dijî îranê ji her welatekî dine cîhanê zêdetir e.
Wezîrê xizînedariya Amerîkayê destnîşan kir:Boykotên nû yên dijî Îranê derve ji çarçîva rêketina navokî ya di navbera îranê û grûpa 5+1 e.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson jî duh pêncşeê ragihand ku Donald Trump serokkomarê vî welatî û karbidestên dine Amerîka dê kom bibin ta ku biryarê bigrin boykotên dijî îranê gor rêketina navokî îbtal bikin yan bidomînin.
Qirare îro îniyê Trump vê biryarê bigre.
Gor qanûna bingehîn a Amerîka serokkomarê vî welatî gere ku her 90 roj raporekê bide ku kanê Îran pêbendî rêketina navokî ye yan na.
Trup 13 Cotmeha sala 2017 bêyî ku 8 raporên Ajansa Navnetewî ya Enirjiya atomî li bara pêbendiya îranê bi rêketina navokî berçav bigre , ev pêbendiya Îranê li rapora xwe teyîd nekir.
Ji aliyê dinve Kongereya Amerîka jî piştî 60 rojan tu biryarek negirt û niha dîsa Trump divê li vê barê biryarê bigre.
Eger bê û Trump boykotên dijî Komara îslamî ya Îranê îbtal neke, Waşîngton dê ji nav vê rêketinê derkeve.