Kanûn 08, 2017 13:23 Asia/Tehran
  • Dewama bertekên li Ewrûpayê li hember biryara Trump a li ser Qudsê

Li dewama bertekên li hember birayara Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê ya bi fermînaskirina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya ewrûpayê (YE), careka din ev biryara rexne kir.

Li gorî kanala nûçeyan a CNN`ê, Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE), got: Ev biryara Trump, hitbara Waşîngtonê ya li cîgeh û mewqiya navbeynkariya li qaşo Aştiya li Rojhilata Navîn, pirr xistiye bin pirs û şik û gumanan.

Angêla Mêrkêl, serokwezîra Almanyayê jî xwest ku bi ji nûvedestpêbûna gotûbêjan, rewşa Qudsê were şopandin.

Erna Solberg (Êrna Solbêrg), serokwezîra Norwêjê jî nigeraniya xwe ya ji ber biryara Trump a li ser Qudsê diyar kir û got: Ev biryara hemî aliyan ji ser maseya gotûbêjê dûr dike.

Wezareta karên derve ya Blarûsê jî li daxuyaniyekê ragihand, ev welata tu bernameyeka xwe jibo guhestina balyozxaneya xwe ji Têlavîvê bo Qudsê tuneye.

Herwiha wezareta karên derve ya Polonyyaê, li daxuyaniyekê biryara dewleta Amerîkayê ya li bara guhestina balyozxaneya xwe ji Têlavîvê bo Qudsa Dagîrbûyî berovajî pêvajoya gotûbêjên aştiyê da zanîn û herwiha ragihand Lehistan pişta hewldana jibo peydakiirna rêçareyeka siyasî ya jibo bidawîanîna pevçûnan li Filistînê digire.

François Hollande (Franswa Oland), serokomarê berê yê Fransayê jî ev biryara Trump pirr dilgiranker e û sedemek e jibo bê istiqrariya li Rojhilata Navînê.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, çarşemiyê bi şev tevî dijayetiyên berfire yên navçeyî û cîhanî, Qudsê wekî paytexta rejîma sexte ya  Îsraîlê da nasandin.

Karê yekalî û xweser a Donald Trump, a ku Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst da nasandin, pêleka şermezarkirin û nerizamendiyan li Cîhana Îslamê, navçeyên erebî û Ewrûpayê û heta li Amerîkayê jî bi dû xwe ve aniye.