Kanûn 08, 2017 13:13 Asia/Tehran
  • Dewama koça awareyên Rohîngiyayê bo Bengladêşê

Komîsaryaya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand, awarebûna rohîngiyaiyan ji Miyanmarê ber bi Bengladêşê ve didome.

Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, Kelly Klîmêntêz alîkarê komîsyonêrê bilind ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) ragihand, awareyên ruhîngiyayî tevî ku Miyanmar û Bengiladiş bona vegeriyana bi hezaran awareyên Rohîngiyayê bo malên xwe, hevhatinameyekê îmze kirin, lê hîn jî ji Miyanmarê koçî Bengladêşê dikin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku qeyrana koçberan li Bengladêşê, bi awayeke lezgîn dibe wek qeyraneka penaberan li cîhanê û herwiha got: Şertên li parêzgeha Raxînê li rojavaya Miyanmarê, wisan nîne ku  jibo vegeryana ewleh û mayinde ya awareyên ruhîngiyayî amade be.

Ji 25`ê Tebaxê ve heya niha di encama pêleka nû ya êrişên serkutker ên artêşa Miyanmarê dijî misilmanên ruhîngiyayê li parêzgeha Raxînê de, zêde ji şeş hezar kes hatine kuştin, 8 hezar kes birîndar bûne û zêde ji 800 hezar kesên din jî neçar mane birevin Bengladêşê.