Kanûn 08, 2017 12:34 Asia/Tehran
  • NY xwest îşkencekirina zîndaniyan li Amerîkayê were şopandin

Bi dû weşandina hin raporan li bara îşkencekirina girtiyan li zîndanên Amerîkayê, raportera taybet a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên îşkencekirinê, xwest ku ev mijara bi hûrî û kûrî were hilkolandin û şopandin.

Li gorî rapora Reuters`ê, Niels Melliser (Nîlz Mêlîzêr), raportera taybet a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên îşkencekirinê, roja pêncşemiyê got: Ev rêxistina mijûlî şopandina mijara îşkencekirina zîndaniyên li Amerîkayê û hilkolandina sûça berpirsên zîndanan li vî welatî ye.

Berî niha Reutersê raporek li ser bi karanîna nehewce ya ji tifinga elekterîkî li zîndanên eyaletên Ohayo, Tênêsî, Arkanzas û Oklahamayê li Amerîkayê weşandibû.

Li vê rapora vîdyoyî, hin wêne ji 22 babetên îşkencekirina zîndaniyên jin û mêr bi destê berpirsên zîndanan bi tifinga elekterîkî tên dîtin.

Mêlîzîr li bara vê raporê got: Hin mesele li vê vîdyoyê têne dîtin ku hewcedarê lêkolînê ne û gelelk ji wa jî divê ji hêla dadweriyê ve werin şopandin.

Reuters`ê herwiha li nivîsarekê bal kişandibû ser 104 babetên mirina zîndaniyan piştî îşkenceya bi tifinga elekterîkî li zîndanên Amerîkayê ku li 84 babetan, bi karanîna vê alava îşkencekirinê, yek ji sedemên mirina girtiyan hatiye zanîn.