Kanûn 08, 2017 10:13 Asia/Tehran
  • Cîhan bi awayekî yekperçe bû qada nerizamendiya li hember biryara Trump

Karê yekalî û xweser a Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ya ragihandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst, pêleka şermezarkirin û nerizamendiyan li seranserê cîhana îslam, ereb û ewrûpayê bi dû xwe ve aniye.

Piştgirên mafên xelkê Filistînê li Şîkagoyê bona nîşandayîna nerizamendiya li hember biryara serokkomarê Amerîkayê ya bi fermînaskirina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst, xwenîşandan li dar xistin. Berşdarên li vê xwenîşandanê, biryara Trump nîşana piştgîriya wî ji siyonîstan dan zanîn.

Li kombûnekê li zanîngeha Urdinê li bajarê Emana paytexta Urdinê, xwendekarên zanîngehê, karê Trump binpêkirina qanûnên navneteweyî û bona xizmetkirina li tundrêyan û sedema zêdebûna şîdetan dan zanîn. Hin nerizamendî û xwenîşandanên wek van xwenîşandanan jî li zanîngehên dewletî û sivîl li Erbed, El Kerk û Zerqayê hatin lidarxistin.

Bi sedan kes pêncşemiyê bi şev li Qahireya paytexta Misrê, wek nîşandana nerizamendiya xwe li hember biryara Amerîkayê ya ragihandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst xwenîşandan li dar xistin û agir berdane alaya vê rejîmê. Herwiha xwenîşander xwestin peywendiyên welatên ereb bi Amerîkayê re qut bibin û sefaretxaneyên wan ên li Têlavîvê û herwiha sefaretxaneyên Rejîma Siyonîst li van welatan werin girêdan.