Kanûn 08, 2017 07:44 Asia/Tehran
  • Rûsya karên ne aramker ên Amerîkayê li Nîvgirava Korê rexne kirin

Wezîrê karên derve yê Rûsyê, karên bi handan ên Amerîkayê li Nîvgirava Korê, sedema giranbûna qeyran li vê navçê dan zanîn.

Li gorî rapora Reuters`ê, Sêrgêy Lavrov, berêvariya pêncşemiyê li hevdîtina bi Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, li rex civîna ewlehiyê ya li Viyenayê, got: Meşqên leşkerî û axiftina şerxwezane ya Amerîkayê, bûne sedema zêdebûna kêşeyan li Nîvgirava Korê.

Lavrov got: Karên Amerîkayê yên li Nîvgirava Korê nayên qebûlkirin û Moskova dixweze karên berpirsane bona peydakiirna rêçareyeka dîplomatîk jibo bernama çekan a Koreya BAkûr, ji nû ve destpê bibin.

Tevî hişyarên Koreya Bakûr, Amerîka bi hevkariya Japonya û Koreya Başûr di van hefteyên vê dawiyê de, çend caran li avên Nîvgirava Korê cih anîne.

Piyong Yang bi rexneya ji liv û tevgerên siyasî û leşkerî yên Amerîka, Koreya Başûr û Japonyayê dijî Koreya Bakûr, ragihandiye heya dema ku ev karên bi dijminatî berdewam bibin, wê desta ji şiyana xwe ya navokî û mûşekî bernede.