Kanûn 07, 2017 20:18 Asia/Tehran
  • Hevdîtina rayedarê NY bi wezîrê karên derve yê Koreya Bakûr re

Alîkarê sekreterê gişt Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên siyasî, bi wezîrê karên derve yê Koreya Bakûr re li Piyûng Yangê, hevdîtin pêk anî û bi wî re liser alûgorên herî dawîn ên Nîvgirava Koreyê gotûbêj kir.

Li gorî rapora Yûnhapê, Cêfrî Fêltmen, roja pêncşemiyê li hevdîtina bi Rêy Yûng Hû re, jibilî gotûbêja liser alûgorên herî dawîn ên Nîvgirava Korê, herwiha liser meselên curbicur ên wek fukar û berjewendiyên hevpar bi hev re gotûbêj kirin.

Sefera alîkarê sekreterê gişt NY li karûbarên siyasî bo Piyûng Yangê, piştî wê bû ku Koreya Bakûr mûşekeka xwe ya Balistîk, hefteya buhurî bi awayekî serketî ceriband.

Biryar e Cêfrî Fêletmen, li vê seferê herwiha bi rayedarên din ên Koreya Bakûr re jî hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.

Alîkarê sekreterê gişt NY li karûbarên siyasî, roja sêşemiyê li sefereka 4 rojî çû Piyûng Yanga paytexta Koreya Bakûr.

Koreya Bakûr di van mehên dawiyê de rastî gefên berbizêdebûnê yên hêzên leşkerî li nêzîkî sînorên xwe hatiye û gefên Donald Trump, serokomarê Amerîkayê jî li hember vî welatî zêdetir bûne.

Amerîka û hevgirtiyên vî welatî ku roleka girîng li zêdebûna kêşeyên li Nîvgirava Koreyê hene, hertim xwestine ku ceribandinên navokî yên Koreya Bakûr werin sekinandin, lê rayedarên Piyûng Yangê, bi caran pêgîrî kirine heya dema ku Amerîka û hevgirtiyên wê, gefên xwe yên dijî Koreya Bakûr bidomînin, ev welata jî wê şiyanên xwe yên leşkerî û karaiya xwe ya êrişa pêşdestane, xurt bike.