Navendeka mezin a çêkirina mayînan li bajarê Xeznî ya Efxanistanê hate dîtin
Kanûn 07, 2017 18:36 Asia/Tehran
Fermandeyê polîsê Xeznî li rojhilarta Efxanistanê ji keşifkirina navendeka mezin a çêkirina mayînan a koma Taliban li bajarê Xeznî ya Efxanistanê agahî da.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a AVA`yê, general Zeman, fermandeyê polîsê Xeznî li rojhilata Efxanistanê, roja pêncşemiyê li hevpeyvîna bi nûçegîhanan got: Karistaneka çêkirina mayînan a Koma Taliban, ji aliyê hêzên ewlehî û polîsê Efxanistanê ve hate keşifkirin.
Wî herwiha got: Li vê navendê gelek mayînên mêxnatîsî, madeyên teqandinê û çek û rext keşif û zevt bûn.
Du mehan berî niha jî hêzên ewlehiyê yên Xeznî, karîn weşartgeheka çek û rextan a Taliban li goristaneka li vî bajarî keşif bikin.