Mijdar 14, 2017 12:37 Asia/Tehran
  • Berteka Rûsiyê li hemberî daxwaza Enqerê ji bo derketina hêzên ûris ji Sûriyê

Koşka Krêmlînê naveroka gotûbêjên serokomarên Rûsiye û Tirkiyê bi taybet li warê daxwaza Enqerê bona paşvekişiyana hêzên ûris û amerîkî ji Sûriyê aşkira nekir.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Siriya News`ê, berdevkê Koşka Krêmlînê, Dîmîtrî Piskof li bersiva vê pirsê ku ``Gelo Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê û Erdoxanê serokomarê Tzirkiyê li ser daxwaza Enqerê ji Rûsiyê derheq paşvekişiyana hêzên ûris û amerîkî ji Sûriyê gotûbêj kirin?``, destnîşan kir: ``Hin hevdîtin li ser mijarin gellek lihevalyayî pêk hatin û ez nikarim naveroka van gotûbêjan şirove bikim``.

Wî got: ``Gotûbêjin gellek gellek lihevalyayî pêk hatin. Ev tiştekî xwezayî ye ku naveroka wê nayê aşkirakirin``.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Duşemiyê li civîna çapemeniyê ya digel nûçegihanan berî destpêkirina seferên xwe yên navçeyî li bersiva pirsa têkildarî gotinên vê dawiyê yên Waşîngton û Moskoyê derbarê vê yekê ku ``Tu rêkareka leşkerî bo Sûriyê tune``, got: ``Bo min têgihîştina vê mijarê dijwar e. Kesê ku baweriya xwe bi bijardeya leşkerî tune, divê hêzên xwe yên çekdar ji Sûriyê derxîne``.