Mijdar 14, 2017 12:36 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê ji Herîrî xwest ku vegere Libnanê

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ev yekîtiya li dijî her cûre destwerdana biyanî li Libnanê ye.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê El Yewm El Sabiyê, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînîyê li axaftinekê li dû civîna wezîrên karên derve yê Yekîtiya Ewropayê li Broksêlê got: ``Piştî destkişandina ji kar a Seiod Herîrîyê serokwezîrê Libnanê, Yekîtiya Ewropayê li dijî her cûre destwerdana biyaniyan li Libnanê ye``.

Wê got: ``Yekîtiya Ewropayê li ser vê bawerê ye ku divê rê li ber ketina şer û pevçûnên navçeyî nav vî welatî were girtin``.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê bi gotina vê yekê ku ew dê sibeha îro anku Sêşemiyê digel Cibran Basîlê wezîrê karên derve yê Libnanê li Broksêlê hevdîtinê bike, got: ``Divê rê li ber xistina şer û kêşeyên navçeyî nav Libnanê were girtin û pêwîst e ku ev nakokî û pevçûn hema li derveyî Libnanê bimînin``.

Mogirîniyê got: ``Pêwîstiya destwernedana li karên navxweyî yên Libannê daxwaza tevahiya welatên ewropî û di serê wan da Fransa û Almanê ye``.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê her wiha got: ``Yekîtiya Ewropayê ji Seid Herîrî dixwaze ku vegere welatê xwe û di serê Dewleta Yekgirtî da cih bigire``.