Dubarekirina îdiayên pûç, berî helwêstên dijî îranî yên Trump
Serokkomarê Amerîkayê, saetekê berî axiftina xwe ya sereke ya li bara Îranê, îdiayên dijî vî welatî dubare kirin û li ser piştgîriya ji Rejîma îsraîlê pêkutî kir.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Donald Trumpê serokkomarê Amerîkayê, roja îniyê li koma siyasetvanên Komarxwaz destnîşan kir: Ew ê jibo parastina berjewendiyên derveyî sînoran ên Amerîkayê, hertim piştgirê Rejîma Îsraîlê be.
Trump ev gotinan çend saetan berî axiftina xwe ya li ser Lihevkirina Navokî û stratêjiya nû ya Amerîkayê ya dijî Îranê anîn zimîn.
Trump bi îdiaya pûç a terorîstbûna Îranê soz da ku axiftina wî ya saetekî din yê balkêş û berbiçav be.
Trump bi pêgîriya ser piştgîriya ji Rejîma Îsraîlê got: Em li kêleka heval û hevgirtiyên xwe ne û em ê jibo parastina berjewendiyên dervesînorî yên Amerîkayê, hertim piştgîrê dostê xwe yê heskirî, Îsraîlê bin.
Biryar e Trump sieteke din li axiftinekê, biryara xwe ya muhtemel ya bona xwedûrgirtina ji piştrastkirina rapora demsalê ya pêbendiya Îranê li Lihevkirina Navokî, ragihîne.
Ev biryara ihtimalî ya Trump û helwestên wî yên dijî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bûne sedema berteka tund a hevgirtîyên ewropî yên Amerîkayê û hemî welatên wajokirê vê rêketinamê.