Cotmeh 13, 2017 20:17 Asia/Tehran
  • Stratêjiya dijî îranî ya Waşîngtonê

Koşka Sipî, îro îniyê piştî helahelaya mêdyayî ya çend hefteyî, naveroka stratêjiya nû ya dewleta Amerîkayê ya jibo sekinîna li hember Komara Îslamiya Îranê weşand.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, dewleta Amerîkayê naveroka strtêjiya xwe ya nû û giştalî ya dijî Îranê bi mêhwerên girankirina çavdêriya li ser Lihevkirina Navokî, lêgerîna li navendên leşkerî û zêdekirina zextê ser Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê weşand.

Tê gotin ev naveroka encama 9 mehên lêkolîn, hesibandin û şêwirîna Koşka Sipî bi Kongirê û tîma şêwirmendên ewlehiyê re ye ku li gorî Waşîngtonê bi armanca parastina berjewendiyên ewlehiyê yên Amerîkayê bi awayê herî baş hatiye amadekirin.

Li vê belgeyê ku hemî xalên wê li ser bingeha îdiayên bêbingeh ên Amerîkayê dijî Îranê amade bûne, hatiye: Stratêjiya nû ya Amerîkayê li bara Îranê bala xwe daye ser pûçkirina çalakiyên alozkir ên Têhranê û nifûza vî welatî bi taybet ya piştgîriya ji terorîsmê û milîtanan.

Ev îdiaya Amerîkayê li halekî ye ku Amerîka û hevgirtiyên wê yên ereb û rojavayî, li gorî rapor û belgeyên heyî, piştgirên herî cidî yên pêkhatin û xurtkirina komên terorîst ên wek DAIŞ`ê bi taybet li Sûriyê tên hesêb.

Li stratêjiya nû ya Amerîkayê li pişka têkildarî Lihevkirina Navokî, bêyî raberkirina tu belgeyekê hatiye îdiakirin ku çalakiyên Îranê berovajî armancên vê lihevkirinê bûne û Îran hewl dide valatiyan bi kar bîne.

Li belgeya stratêjiya nû ya Amerîkayê hatiye îdiakirin: Eva ku Îranê ragihandiye wê îzna lêgerîna li navendên leşkerî yên xwe nede, berovajî Lihevkirina Navokî ye û nayê tamulkirin.

Eva li halekî ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), pêbendiya Îranê ya li ser sozên xwe yên di çarçova Lihevkirina Navokî de, li heşt raporên fermî piştrast kirîye û zext û daxwazên Amerîkayê yên jibo seredana lêgeran bo navendên leşkerî yên Îranê red kiriye û ew pêwîst nezaniye.

Komara Îslamiya Îranê hertim bi redkirina van îdiayên dubarekirî û bêbingeh ên Amerîkayê, pêgîrî kiriye ku li hember sênaryoyên dijî îranî yên Waşîngtonê, bijareyên wê yên curbicur hene ku wê li gorî rewşê wan bi kar bîne.