Cotmeh 13, 2017 18:30 Asia/Tehran
  • Almanê têkildarî dûhatên vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî hişyarî da

Wezîrê karên derve yê Almanê hişyarî da ku heke rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bi hegera vekişîna Amerîkayê hilweşe, cîhan yê pêrgî gefa lezgîn a şêrr bibe.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Zîgmar Gabrîyêl wezîrê karên derve yê Almanê bal kişand ser qeyrana nîvgrava Koreyê û got: Vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî peyameke xirabkir heye ji ber ku hin welat işkesta vê rêketinamê peyamek ji bo teyarkirina xwe bi şekên navokî di dema herî kurt a pêkan de dizanin.

Gabrîyêl herwiha got: Heke rêketinama navokî Îranê û Koma 5+1`ê tûşî işkestê bibe, handana Koreya Bakûr ji bo muzakirê û tevlîbûna li peymaneke ewlehîyê, dê tam nepêkan bibe.

Wezîrê karên derve yê Almanê li dewama axavtina xwe li ser helwêstên alîyê ewropî yên piştgirîya ji rêketinama navokî sekinî û hişyarî da rayedarên amerîkî ku helwêst û kiryarên wan têkildarî vê rêketinama navnetewî, yê bibin sebeb Ewropa li rex Çîn û Ûrsêtê cih bigire.