Cotmeh 13, 2017 10:41 Asia/Tehran
  • Danûistandina YE`yê digel Kongira Amerîkayê têkildarî parastina rêketinama navokî ya digel Îranê

Sefîrê YE`yê li Waşîngtonê got ku welatên ewropî ji Kongira Amerîkayê re ragihandine ku rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê rêketinameyeke baş e û divê bê parastinê.

Dêyvîd Osalîvan (David Ossailuan) sefîrê YE`yê li Waşîngtonê li hevpeyvîna digel malpera nûçan a Blombergê got ku wî û hevkarên wî yên fransî, almanî û ingilîsî bi Kongirê re danûistandin pêk anîne ta ku wan ji helwesta Brûksêlê haydar bikin ku rêkeitnama navokî rêketinameyeke serketî bûye û divê ew bê parastinê.

Sefîrê YE`yê li Waşîngtonê herwiha got: Di qonaxa niha ya şik û gumana Waşîngtonê de, ewropî dixwazin pêgirîyê bikin ku rêektinama navokî rêketinameyeke baş û divê were parastinê.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji dema ku bûye serokomarê vî welatî ve, rêketinama navokî ``rêketineke bikaresat`` bi nav kirîye û bi dû jinavbirina wê ye lê, YE`yê pêgirîyê dike ku ev rêketinama navnetewî giheştîye armancên xwe û Amerîka nabe ewê lawaz an ibtal bike.