Sibê 61`mîn civîna giştî ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê
61`mîn civîna giştî ya salane ya navneteweyî ya enerjiya Atomê sibê li Viyena paytexta Otrîşê destpê dibe.
Li gorî rapora navenda ragahndinê ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, hin nunerên 168 welatên endamê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li 61 mîn civîna giştî ya Ajansê li bara ewlewiyetên karî, pejirandina bername û bûdceya ajansê gotûbêjê dikin.
Beşdarên civîna giştî ya Ajansa navneteweyî ya enerjiya Atomê li baramijarên curbicur ji wan berfirehkirina hevkariyên navneteweyî li warê ewlehiya navokî, xurtkirina xebatên ajansê têkildarê zanist, teknolojî û karên navokî û her wiha bernama hevkariya teknîkî ya ajansê jî gotûbêjê bike.
Elî Ekber Salihî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê jî li 61 mîn civîna giştî ya salane ya ajansa navneteweyî ya enerjiya Atomê beşdar bibe.