Îlon 13, 2017 19:06 Asia/Tehran
  • Piştgîriya YE`yê ji cihhatina tam a Lihevkirina Navokî

Yekîtiya Ewrûpayê (YE), piştgîriya xwe ya ji bicihhatina tam a Lihevkirina Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, Yekîtiya Ewrûpayê (YE), roja çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê li civîna Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, li ser piştgîriya tam a vê yekîtiyê ji cihhatina tam a Lihevkirina Navokî ji aliyê hemî aliyan ve wekî hevhatineka ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve hatiye piştrastkirin, pêgîrî kir.

Li vê daxuyaniyê hatiye ragihandin ku YE`yê sozdar e ku Lihevkirina Navokî wekî hevhatinek ku Konseya Ewlehiyê ya NY ew piştrast kiriye, bi tamî cih bîne.

Di roja sêyemîn a civîna demsalê ya Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de, rapora vê dawiyê ya Yokiya Amano, birêvebirê giştê yê IAEA`ê li bara Îranê jî tê hilkolandin.

Yokiya Amano, roja duşemiyê li destpêka vê civînê got: Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), hîn jî pêbendî û sozdariya Îranê li sîstima çavdêrî û kontrola ajansê, piştrast dike.

Dêyvîd Hawêl (David Howell), serokê Komîteya Peywendiyên Navneteweyî yên Meclisa Eyan a Ingilistanê, jî îro li nameyekê jibo Bûrîs Canson, wezîrê karên derve yê vî welatî, xwest ku London bi awayekî aşkera û zelal pişta Lihevkirina Navokî ya di navbera îranê û koma 5+1`ê de bigire.

Êmanoêl Mekron, serokkomarê Fransayê, jî vê dawiyê piştgîriya dubare ya vî welatî ji Lihevkirina Navokî ragihand û li ser wê pêgîrî kir.

Tevî astengîderxistinên Koşka Sipî, aliyên din ên beşdarên li muzakireyên navokî yên di navbera îranê û koma 5+1`ê de ku ji Rûsye, Çîn, Ingilistan; Fransa û Almanyayê pêk tê, li ser cihhatina Lihevkirina Navokî pêgîrî kirine.