Îlon 13, 2017 18:46 Asia/Tehran
  • Peydakirina herîkêm 100 koçberên nuqumbûyî yên ruhîngiyayî

Hejmara awareyên Ruhîngiyayê ku ji 25`ê Tebaxê ve heya niha di encama serûbinbûna qayiqê, canê xwe ji dest dane, gihîşte herîkêm 100 kesî.

Ligorî rapora Ajansa nûçeyan a Fransayê, ji zarê polîsê navçeya sînorî ya Bengiladişê, para zêde ya van goriyan zarok in û li hin meytan jî şûna gulleyan tê dîtin.

Rayedarên Bengiladişê, roja çarşemiyê, ji peydakirina heft meytên din ên awareyên Ruhîngiyayê li çemê sînorî yê Naf`ê yê di navbera Bengiladiş û Miyanmarê de agahî dan ku qayiqa wan dema revîna ji ber şidetên li Miyanmarê bo Bengiladişê serûbin bibû.

Di vê midehê de nêzî 100 kes ji awareyan, dema derbasbûna ji çemê sînorî yê di navbera Miyanmar û Bengiladişê de yan jî li Kendava Bengalê, canê xwe ji dest dane.

Ligorî ragihandina Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), ji 25`ê Tebaxê ve heya niha ku şidetên di navbera artêşa Miyanmarê û bûdaiyên tundrê dijî misilmanên ruhîngiyayî zêde bûne, zêde ji 370 hezar kes ji kêmîneya misilamnên ruhîngiyayî ji tirsa canê xwe çûne bengiladişê.

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), bal kişand  ser vê yekê ku çûyîna penaberên miyanmarî bo Bengiladişê di van rojên dawiyê de, zêde bûye û destnîşan kir: Ev bûyera, qeyraneka mirovî ya ber bi zêdebûnê ye ku tu nîşanek ji bidawîhatina wê di demeka nêz de tuneye.

Di vê navberê de zêde ji şeş hezar misilmanên ruhîngiyayî hatine kuştin û heşt hezar kesên din jî birîndar bûne.