Îlon 13, 2017 18:43 Asia/Tehran
  • Berteka Amerîkayê li hemberî peymana firotina çekan a Rûsîyê bo Tirkîyê

Wezareta karên derve ya Amerîkayê li bara pêngava Tirkîyê ya kirrîna mûşekên S-400 ji Ûrsêtê dilgiranîya xwe nîşan da.

Li gorî rapora malpera Haber Turk`ê ya Tirkîyê, Hîtêr Nort (Heater North) berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê bal kişand ser muzakirên kirrîna mûşekên S-400`ê di navbera Tirkîye û Ûrsêtê de û got: Sûdwergirtina welatên endamê sazîya NATO`yê ji sîstemên mûşekî yên guncav digel vê sazîyê, gellekî girîng e.

Wê herwiha got, eva ku Tirkîyê bi rastî dil hebe vê mertala mûşekî bikirre jibo Waşîngtonê gellekî dilgirankir e.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê ragihandîye ku pişkeke dirafê kirrîna mertala mûşekî ya S-400`ê daye Ûrsêtê.

Erdoga gotîye, Enqere û Moskov di vî warî de cidî ne û divê li benda kiryarên Rûsîyê di warê cihanîna vê peymanê de bin.

Viladimîr Kojîn (Vladimir Kugin) rawêjkarê serokomarê Rûsîyê jî duh ragihand ku peymana şandina mertala mûşekî ya S-400`ê bo Tirkîyê yê bi zûtirkê cih bê.

Bihaya vê peymanê 2.5 milyard dolar e ku yekem peymana girîng a Tirkîyê digel Rûsîyê ye.

Ev peymana pêngava mezin a Enqerê jibo tifaqa istiratêjîk a digel Moskovê piştî wê ye ku Tirkîyê pişta xwe da hevpeymanên xwe yên rojavayî.