Îlon 13, 2017 13:35 Asia/Tehran
  • Dubarekirina nêrînên ducûre yên li warê Mafên Mirovan dijî Îranê

Komîsirê Bilind ê Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê yek ji welatên dilgiranker li warê berçavgirtina mafên Mirovan e.

Komîsirê Bilind ê Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Zêyr Reid El Husêyn roja Sêşemiyê li axaftinekê li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Jênêvê îdiaya sîrnordarbûna azadiya bawerî, gotin û girtina berevanên Mafên Mirov, nûçegihan û çalakên torên civakî li Îranê kir.

Komîsirê Bilind ê Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha îdiaya reftara xerab digel zîndaniyan li Îranê kir û îdia kir ku asta herî jor a îdamkirinê li cîhanê têkildarî qaçaxçiyên madeyên narkûtîk li Îranê ye.

Dubarebûna rapor û helwêstên bi xerez ên nli warê Mafên Mirovan li dijî Îranê li halekî ye ku  ev rapor he tim li ser esasa armanc û xwestekên siyasî tên amadekirin û weşandin û Komara Îslamî ya Îranê wan bi tamî red dike.

Rêxistina Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê li gorî qanûnên pêşketî yên wergirtî ji fêrkariyên îslamî li warê Mafên Mirovan tevdigere. Li vê çarçovê hukmên îdamê ji wan îdamkirina qaçaxçiyan li pêvajoya mehkemekirinên cûrbicûr li Îranê tên dayîn.

Li warê mafên kêmîneyan û azadiya oplî li Îanê jî li gorî mukurhatina wan bi xwe, cîgeha kêmîneyan li Îranê baş e. Nûnerên Aşûriyan li Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Yûnatên Bit Kiliya vê dawiyê destnîşan kir: ``Kêmîneyên olî li Îranê mafê xwe welatîbûnê yê beranber digel îraniyên din hene``.