Îlon 12, 2017 10:15 Asia/Tehran
  • Amano gotinên dijî rêketina navokî ya Îranê û grûpa 5+1 ret kir

Birêveberê giştî yê Ajansa navnetewî ya enirjiya atomî îdiayên dijî îranî ji aliyê karbidestên amerîkî li bara rêketina navokî ret kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Yokiya Amano birêveberê giştî yê Ajansa navnetewî ya enirjiya atomî duh duşemê li kêlega civîna Konseya Hukam bal kişande ser sefera vê dûmahîkê yê Nîkî Hîl nûnera Amerîka li Rêxistina Netewên Yekgirtî bo Viyenayê û got: Wê pirsên zav hilêxistin û me jî bersivên micid dane wê.

Amano li bara îdiayên Hîl li bara hebûna sedan navendên bi şik û guman li Îranê jî got: Babetên wiha dûr ji rastiyanin û raporên wiha bê sened û serbelgin.

Amano destnîşan kir: Karzanên Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê piştî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1, bicaran seredana îranê kirine û rastbêjiya Îranê îspat bûye.

Wî herwisa ragihand ku Îranê soz û qirarên xwe yên gor naveroka rêketina navokî bibaşî cih aniye.