Weşandina belgeyên nû yên piştgirîyên Erebistanê ji êrişên 11`ê Îlonê li Amerîkayê
Belgeyên nû ku kanala Fox News a Amerîkayê weşandine nîşan didin ku kesên Erebistanê, fermana sereke didan dizên balafiran û komplokerên sereke yên êrişên 11`ê Îlonê û rê nîşan wan didan.
Li gorî rapora kanala Fox News`ê, 2 salan berî êrişên 11`ê îlonê, balyozxana Erebistanê hin diraf dide 2 welatîyên siûdî ku ser navê xwendekarîya zanîngehê li Amerîkayê diman ta ku ji bajarê Fonîksê (Phoenix) herin Waşîngtonê û amadekarîyên êrişên 11`ê Îlonê bikin.
Çendekê berî niha jî 28 rûpel ji lêzanînên ku Koma Lêgerînê ya Kongira Amerîkayê ku çend mehan berî êrişên 11`ê Îlonê amade kiribûn, hatin weşandin.
Li pişkeke wan lêzanînan hatîye, hin kesên ku balafir dizîn, li halekî li Amerîkayê bûn ku alîkarî û piştgirî ji wan kesan wergirtine ku têkilîya wan bi rayedarên Erebistanê re heye.
15 kes ji 19 dizên balafiran ên ku êrişên 11`î Lonê li Amerîkayê pêk anîn, welatîyê Erebistanê bûn.
Di encama êrişên 11`ê Îlonê li Amerîkayê de nêzî 11 kes hatin kuştinê.