Îlon 11, 2017 11:14 Asia/Tehran
  • Şirove - 11ê Îlonê, 16 salan piştra + Nêrîna karzan

16 salan berî viya di rojeke viha da, 11ê Îlona sala 2001ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kete ber du êrîşên wêranker ên têrorîstî.

Sê firokeyên rêwîhilgir ku ji aliyê hin kesan va hatibûn desteserkirin, avahiyên navenda Ticareta Cîhanî li New Yorkê û Avahiya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê li waşîngtonê kirin armanca êrîşên xwe û bnêzikî 3 hezar kes di vê bûyerêî da hatin kuştin. Dewleta wê demê ya Amerîkayê berpirsiyariya kiryareke viha avête ustiyê koma Elê Qaideyê û bi nîşana tolhildana ji êrîşa li ser Bircên Cêwî yên New TYorkê û avahiya Pêntagonê, êrîşî ser Efxanistanê kir. Di dewamê da tiştêî ku wek şerê dijî têrorê dihat zanîn, du salan piştî bûyera 11ê Îlonê, Iraq, welatên din ê îslamî jî kete ber êrîşa amerîkiyan.

Niha 16 sal ji tiştê ku şok û behicîna ewlehiya herî mezin li dîroka Amerîkayê tê zanîn, derbas dibe. Wer xûya dikir ku ev şoke û behicîna li civaka Amerîkayê pirsgirêka têrorîsmê ji bo vî welatî û civaka cîhanî bo hertim ji holê rake. Tevî vê yekê bi nêrînekê ser pêvajoya guhertinên siyasî û ewlehiyê di heyama 16 salên buhurî da bi başî aşkira dike ku dewleta Amerîkayê ji bo bidestxsitina armancên xwe yên sereke li têkoşîna li hemberî têrorîsmê bi ser neketiye.

Mîka Zênko ji karzanên Konseya peywendiyên derveyî ya Amerîkayê li nivîsarekê li rojnameya New Yorkê dipirse: ``Çima li gorî ragihandina wezareta karên derve ya Amerîkayê, hejmara komên têrorîst ên derveyî ji 28 babetan di sala 2002 an gihîştiye 61 babetan di dema niha da``.

Li van 126 salan çend welat ji aliyê amerîkiyan va hatin dagirkirin an ketin ber êrîşa firokeyên bêfirokevan ên amkerîkî. Tê gotin ku şerê li Efxanistan û Iraqê zêde ji şeş trîliyon dolar xercê rasterast û nerasterast ji bodanerên bac û xeracê li Amerîkayê bûye. Li van şeran zêde miliyonek mirov li Iraq, Efxanistan, Sûriye, Lîbî û Yemenê bi mehneya şerê dijî têrorîsmê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kuştiyên artêşa Amerîkayê li şerê Iraqê jî ji 4500 kesî seratir çû û rêkorda kuştiyên şerên Amerîkayê piştî şerê Viyêtnamê işkênand. Hevdem dewleta Amerîkayê ji bo şerê dijî têrorîsmê hemî sînorên parastin amafên welatiyan bezand û mezintirîmn opêrasiyona sîxorî û lêgerînê di dîroka mirovahiyê da cih anî.

Tevî viya li gorî amar û texmînên fermî, hejmara goriyên kiryarên têrorîstî di salên piştî 11`ê Îlona 2001`ê da gellek zêdetir ji salên berî wê ye. Heta berî 11ê Îlonê heke pirsgirêka têrorîsmê di navçeyên taybet û diyarkirî yên cîhanê bi taybet başûr û başûrê rojavaya Asyayê da bû, piştî vêî bûyerê bû pirsgirêkek cîhanî û seranserî cîhanê ji wan Ewropaya Rojavayî û Amerîka girte ber xwe. Eva li halekî ye ku bi berxwegirtina siyasetên ducûre li hemberî komên têrorîst ên weke El Qaide û DAIŞ`ê ji aliyê hin hêzxurtên cîhanî va, em dikarin çaverêtiya vê yekê bikin ku di salên piştî bûyera 11`ê Îlonê, têrorîsm berfiretir bibe û cîhan bibe cihekî bitalûke.