Tebax 13, 2017 18:31 Asia/Tehran
  • Aloziya rastgir û Nêonaziyan li navçeyeke Vîrcîniyaya Amerîkayê

Di du rojên buhurî da kombûna komeke rastgirên tundrê li bajarê Şarlotzvîla eyaleta Vîrcîniyaya Amerîkayê û derketina komên li dijî nijadperestan li hemberî wan bû sedem ku navbera wan da kêşe û pevçûn derkeve û di encamê da sê kes bên kuştin û 35 kes jî birîndar bibin. Li dû vê yekê Fermandarê vê eyaletê rewşa Awartwe ragiahndiye.

Li gorî rapora malpera Tabnakê, rastgirên tundrê êvara Îniyê li bajarê Şarlotzvîlê kom bûn ta ku li hemberî rakirina peykerê yek ji fermandarên şerê navxweyî yê Amerîkayê ku piştgirê Koledariyê bû, nerazîtiya xwe diyar bikin. Amadebûna dijberên wan ku pirraniya wan komên dijberî nijadperestiyê ne, bû sedem ku şer û pevçûnan fîzîkî derkevin.

Mêdyayên amerîkî ragihandin ku kesek bi erebeya xwe li dijberên nijadperestiyê li bajarê Şarlotzvîlê da ku di encamê da kesek hat kuştin û bi dehan kes jî birîndarc bûn.

Polîsê Şarlotzvîlê dibêje: ``Niha ajovanê erebeyê bi navê Cîmz Elêks Fîldz li girtîgehê ye``.

Li vî halî berteka Donald Trump li hemberî van tundiyan li Vîrcîniyayê tûşî hin bertek û nerazîtiyan bû.

Trump gelelk dereng li bara tundiyên navçeya Şarlotzvîlê hate deng û got: ``Destê her du komên tundrê û dijberên nijadperestiyê li van tundî û pevçûnan hebûye``.

Ev gotin li halekî hatin hilêxistin ku hêzên rastgir ji wan alîgirên serekebûna çermsipî û nêonaziyan li Amerîkayê bi aşkiratî pişta dirûşme û helwêstên Trump girtine.

parlementerên Dêmokrat û Komarxwaz ên Kongreyê rexne û dijberiyên xwe li bara vê helwêsta Trump diyar kirine.