Tebax 13, 2017 11:58 Asia/Tehran
  • Li Pakistanê êrişa bombeyî: 15 mirî 25 birîndar

Di êrişa bombeyî ya li dijî wesayîta leşkerî li eyaleta Belûşistanê ku dikeve başûrê rojavayê Pakistanê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Pakistanê, di êrişa bombeyî ku wesayîta leşkerî hedef hat girtin ya li Kuweyteyê paytexta eyaleta Belûşistanê de 15 kes jiyana xwe ji dest dan ku 8 ji wan leşker bûn.

Di daxuyaniya artêşa Pakistanê de hat eşkerekirin ku di encama êrişê de 25 kes jî birîndar bûne ku 10 ji wan leşker in.

Serfermandarê Artêşa Pakistanê General Kamer Cavîd Becva diyar kir ku êriş li Roja Serxwebûna Pakistanê ya 14ê Tebaxê hedef hatiye girtin, "Ti zehmetî Artêşa Pakistanê têk nabe."

Hate niha li ser bûyerê ti kesî berpirsyariya êrişê negirtiye sikura xwe.