Tebax 13, 2017 07:52 Asia/Tehran
  • Lavrof: Amerîka şerê Cebheya Nusreyê nake

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê stratijiya Amerîkayê li bara têrorîsmê stratijiyeke ducûre da zanînê û got: ``Hevpeymaniya Qaşo Navneteweyiya dijî DAIŞ`ê ya bi serkirdayetiya Azmerîkayê ne tenê şerê dijî koma têrorîst a Cebheya Nusreyê nake, belkê ji bo parastina wê jî têdikoşe``.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof roja şemiyê her wiha got: ``Waşîngton dixwaze ku ev koma têrorîst bimîne da ku wê ji bo serûbinîkiirna dewleta Sûriyê bi kar bîne``.

Her wiha serokê rêvebiriya navendî ya opêrasiyonê ya erkantiya giştî ya artêşa Rûsiyê, Sêrgêyî Rodiskoy vê dawiyê ragihand: ``Hevpeymaniya Qaşo Navneteweyiya dijî DAIŞ`ê ya bi serkirdayetiya Azmerîkayê  rê li ber têkbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Sûriyê girtiye``.

Hevpeymaniya Qaşo Navneteweyiya dijî DAIŞ`ê ya bi serkirdayetiya Azmerîkayê di serdema serokoamrtiya barak Obama, serokomarê pêşîn ê Amerîkayê bi armanca îdiayî ya têkoşîna li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê hat damezirandin.

Eva li halekî ye ku li gorî raporên fermî, Amerîka û hevpeymanlên rojavayî û erebî yên vî welatî ji damezirîner û piştgirên sereke yê malî û çekdarî yên komên têrorîst ji wan DAIŞ û Cebheya Nusreyê ne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va û li Iraqê ji sala 2014`an va bi êrîşa berfire ya komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî ji wan Tirkiyê ji bo guherîna hevsengiyên navçeyê li ser xêra Rêjîma Siyonîst dest pê bûye.