Tebax 12, 2017 14:15 Asia/Tehran
  • Trump dîsa gef li Koriya bakûrî xwar

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump dibêje projeyên leşkerî yên Amerîkayê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemil ên Koriya bakûrî amade ne.

Trump li Twittera xwe de nivîsiye: Heke Koriya Bakûrî bê aqiliyê bike û êrişî ser Amerîkayê bike, me gişt projeyên leşkerî ku bersiva vê kiryara Koriya bakurî bide amade kirine, hêviya me eva ye ku Kîm Cûng-Ûn riyeke din bigire ber xwe.  

Serokomarê Amerîkayê li rewşekê Koriya Bakurî hişyar dike ku dê bersiva kiryara wê bide ku duh pêncşemê wezîrê parastinê yê Amerîkayê  James Mattis wer nîşan dide ku welatê wî hîn li dû reçareya dîplomatîk digere.

Eva zêde ji du hefte ne ku qeyrana navbera Amerîka û Koriya bakûrî ser bernama mûşekî ya vî welatî zêde bûye. Piştî ku Koriya bakurî moşeka xwe ya nû ceriband Konseya Ewlekariyê ya NY boykotên nû li dij vî welatî bikar anîn û piştî vê yekê Koriya Bakurî ragihand ku wê êrişî ser axa Amerîkayê bike.