Tîrmeh 18, 2017 16:41 Asia/Tehran
  • Almanê wajokirina peymana firotina gemîya binavî bo Israyîlê paşda xist

Almanê peymana firotina gemîya binavî bo Rêjîma Sîyonîst bi hegera lêkolînên polîsên vê rêjîmê di vî warî da ku ser navê Dosîya 3000`ê navdar bûye, paşda xist.

Li gorî rapora Rojnama Yadîot Aharonot`ê, dewleta Almanê merasima wajokirina peymana firotina 3 gemîyên binavî bo rêjîma Israyîlê ku biryar bû di çend rojên bê da were lidarxistinê, paşda xist. Ev kiryara bi dû pêşketina li dosîya lêkolînên têkildarî gendelîya ihtmalî ya li vê peymanê pêk hatîye.

Navenda Ragihandinê ya Filistînê ragihand: Biryar bû Yeiqûb Hedas sefîrê Rêjîma Sîyonîst li Berlînê bi zûtirkê vê peymanê bide wajokirinê lê sefareta Rêjîma Sîyonîst peyamek têkildarî vîya ku dewleta Almanê xwestîye wajokirina vê peymanê paşda bikeve, wergirtîye.

Rojnama Yadiotê ji zarê hin çavkanîyên pilebilind ên israyîlî ragihand ku niha behsa paşdaxistina lihevkirinaman heye ne ibtalkirina peymanê.

Li gorî vê raporê, berpirsên almanî hêvî kirine ku lêkolînên Israyîlê li bara gumanên gendelîyê li vê dosîyê zûka safî bibin û ev peymana were wajokirinê.

Dewleta Almanê li gorî xaleke vê peymanê xwestîye ku wajokirina wê paşda bixe. Li gorî wê xalê, heke her cure gendelîyek li dosîya hanê were isbatkirinê, dewleta ALmanê dikare ji peymanê vekişe û ewê ibtal bike.