Tîrmeh 17, 2017 19:52 Asia/Tehran
  • Pispora ûris: Trump bi dijberîya li hemberî rêketinama navokî bi dû firotina zêdetir a çekan e

Pispora meseleyên sîyasî ya ûris ragihand, serokomarê Amerîkayê bi idiayên li dijî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê hewl dide çek û rextên amerîkî zêdetir bifiroşe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê Îrîna Fêodorova pispora pilebilind a Enstîtoya Rojhilatnasîyê ya Akademîya Zanistên Ûrsêtê îro li hevpeyvîna ligel vê ajansa nûçan bal kişand ser gotinên Donald Trump serokomarê Amerîkayê têkildarî venihêrîna li rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û got: Rêketinama navokî wek belgeya navnetewî bi biryarnama Konseya Ewlehîyê ya NY misgore û bêveger bûye lê Trump dixwaze bi van gotinan rêya bazarî û istandina serpişkîyên zêdetir serast bike.

Fêodorovayê gotin û kiryarên Trump ên li dijî rêketinama navokî neqanûnî binav kirin û got: Amerîka hewl dide bi birêxistina gêreyeke nû têkildarî çalakîyên biaştî yên navokî yên Îranê, rizamendîya hin welatên ereb ên navçê nemaze Erebistanê bidest bixe.

Li gorî gotina Îrîna Fêodorovayê, Amerîkayê jibo firotina zêdetir a çek û rextan bo welatên devera Rojhilata Navînê hewldaneke berfire destpê kirîye ku peymaka firotina çekan a 110 milyard dolarî ya ligel Erebistanê beşeke vê plana Qesra Sipî ye.