May 20, 2017 15:20 Asia/Tehran
  • 141 kes li êrişa ser navendekî eskerî li Lîbiyayê hatine kuştin

Herî kêm 141 kes li êrişa ser navendekî eskerî li başûra Lîbiyê hatine kuştin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ehmed El-Mesmarî berdevkê artêşa netewî ya Lîbiyê şeva îniyê ragihand: Grûpekî dine çekdar ku bajarê Misratê xistine bin destê xwe, pêncşemêya bihurî êrişî ser pêgeha eskerî ya Birakê li başûra bajarê Binqaziyê kirin ku li vê êrişê herî kêm 141 kes hatine kuştin.
Hatiye ragihandin ku para pirtire qurbaniyan eskerên bin destê Xelîfe Efter qumandê artêşa netewî ya Lîbiyê bûne.