Nîsan 21, 2017 20:53 Asia/Tehran
  • Makron li pileya yekemîn a li rapirsiyên Fransayê

Li gorî rapirsiya herî dawiyê ya li Fransayê, Êmanoêl Makron li hilbijartina serokkomariyê ya tê li vî welatî ji Mariyen Lopen, pêş ketiye.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, li gorî rapirsiya saziya Elabê (Elabe) ku îro îniyê hate weşandin, Êmanoêl Makron, berendamê navînrê yê Fransayê, dikare li dewra yekemîn a hilbijartinên serokkomartiya vî welatî ku wê roja yekşemiyê 23`ê Nîsanê were lidarxistin, di serê de cih bigire û  karî ku rikebera xwe, Mariyen Lopen ji partya Rast a Tundrê şikest bide.

Di vê rapirsiyê de hatiye ku Makron li dewra yekemîn a hilbijartinê dikare sedî 24`ê dengan bi dest bixe li halekê ku Lopen wê tenê sedî 21.5 dengan bi dest bîne.

Li dewra duyemîn a hilbijartinan (7`ê Gulanê) eger ku deng negihîjin asta pêwîst, wê Êmanoêl Makron ê navînrê, sedî 65`ê dengan li hemberî sedî 35`ê dengên Mariyen Lopenê radtgirê tundrê bi dest bixe.

Di vê rapirsiyê de herwiha kifş bû ku Fransiwa Fiyon, berendamê partya rast a Navînrê jî dikare li dewra yekemîn a vê hilbijartinê sedî 20`ê dengan bi dest bixe.

Li gorî rapirsiyê, Jan Lûk Milanşon, berendamê Partya Çep a Tundrê jî ku bi dû zêdekirina xeracê jibo kesên zengîn û dewlemend û xercê 100 mîlyard yoroyî ya li pişka avedanî û projeyên enerjiya vegerbar e, dikare li dewra yekemîn a vê hilbijartinê sedî 19.5 dengan bi dest bixe.

Çaverêtî heye ku sedî 71`ê xelkê li dewra yekemîn a hilbijartina serokkomariyê beşdar bibin.