Girtina 9 neraziyên li hemberî siyasetên dewleta Emerîkayê
Nîsan 21, 2017 18:50 Asia/Tehran
Rayedarên dewletî yên Emerîkayê ragihandin ku li encama xwenîşandana roja înê li bajarê Niyoyorkê jibo protestokirina kiryara dewletê derheq kêmkirina yarane anku sûpsîdê û hêsankariyên beşa xanîberan, herîkêm 9 kes ji neraziyan ji aliyê polîsê vî welatî hatin girtin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, neraziyan ragihandin ku dewleta Emerîkayê heya niha yarane û hêsankariyên beşa Mal û avahiyan gellek kêm kiriye.
Dewleta Emerîkayê pêşniyar kiriye bûdca wezareta Mal û Geşepêdana Bajêr jibo bajarê Niyoyorkê jî kêm bibe.
Kêmkirina bûdca dewleta Emerîkayê li beşa xanîberan, derbe li malbatên kêmdahat û xizan daye.