Nîsan 21, 2017 18:40 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê hebandina Donald Trump kêm bûye

Encamên rapirsiya herî nû nîşan didin çil û pêncemîn serokomarê Amerîkayê, di nav xelkê de pirr kêm tê hebandin û heskirinê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fars News`ê, encamên rapirsiya nû ya saziya Galopê ku roja îniyê li bara Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê hate weşandin, nîşan dide di sê mehên destpêka karê Trump, asta hebandina wî li Koşka Sipî sedî 41 bûye û ev yeka bûye wekî rekordeka nû ya ji hêla neheskirîbûna Trump.

Ev rapirsiya ji 20`ê Çileyê va heya 19`ê Nîsana 2017`an ve, li ser sê mehên destpêkê yên karê Trump wekî serokkomarê Amerîkayê hatiye weşandin û ji nêzî 45000 kesên temendar hatiye pirsîn.

Ev rapirsiya di rewşekê da hatiye weşandin ku hemî serokkomarên berê yên Amerîkayê ji sala 1953`an heya niha, li 10 mehên destpêka hebûna xwe ya li Koşka Sipî, ji aliyê sedî 50`ê xelkê ve dihatine hebandin.

Li gorî encamên vê rapirsiyê, serokkomarê Amerîkayê, di nava kesên ku xwe ne komarxwaz û ne jî demokrat belkî serbixwe dizanin, kêmtir ji sedî 35`an tê hebandin.

Helwêstên curbicur ên Donald Trump, ji wan qedexeya ketina welatiyên 6 welatên bi giştî misilman nav axa Amerîkayê, bi nerizamendiyên berfireh ên li seranserê vî welatî û welatên din re rûbirû mane.