Nîsan 21, 2017 17:36 Asia/Tehran
  • Girtina

"Cêf Sêşnêz", dozgerê giştî yê Amerîkayê got, dozgerên amerîkî jibo dayîna biryara girtina "Coliyan Asanj", damezînerê malpera û aşkirakerê Wîkîlîksê, amade bûne.

Wîkîlîksê di wan salên dawiyê de, jiber weşandina belgeyên veşartî li bara çalakiyên veşartî yên dewleta Amerîkayê, bala hemiyan ber bi xwe va kişandiye.

Aşkerakeriya meha Adara 2017`an a Wîkîlêksê û weşandina nêzî 8000 belgeyên li bara alavên sîxoriyê yên saybêrî yên Rêxistina Istixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) bona ketina nav kompyûtêr, telefonên berîkan û heta televîzyonên hişmend, dengvedaneka berfireh li medyayan hebû.

"Coliyan Asanj", damezînerê malpera Wîkîlîksê, ji tirsa vegerandina bo Amerîkayê bona çalakiyên xwe, ji sala 2012`an ve li balyozxaneya Êkvadorê li Londonê ye û hema wisa parêzbendiya siyasî dixweze.