Rexneya Lavrov ji dijberiya li hember lêkolîna li bara êrişa kîmyawî ya Xan Şêxûnê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragihand ku dijberiya li hember pêşniyara Rûsiye û Îranê li Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî li bara lêkolîna ser îdiaya bikaranîna çekên kîmyawî li navça Xan Şêxûnê li parêzgeha Idliba Sûriyê, bi armanca kişandina raya giştî li ser pêwîstiya guhertina rejîmê li Sûriyê bûye.
Li gorî rapora Sputnik`ê, Sergeyî Lavrov îro îniyê li hevdîtina tev Wang Yî wezîrê karên derve yê Çînê diyar kir: Duh pêşniyara hevpar a Îran û Rûsiyê jibo seredana karzanên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî ji cihên gumanbarê bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyê, bêyî raberkirina tu şiroveyeke birêkûpêk ji aliyê taximên welatên rojavayî va hat redkirin.
Lavrov her wiha got ku belavkirina lêzanînên derew li bara bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê hikûmeta Sûriyê va, amûrek e ku raya giştî ji cihanîna biryarnameya 2254`an a Konseya Ewlehiyê ya NY ku têde ser pêwîstiya çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê bi beşdariya hemî aliyên sûrî hatiye destnîşankirin, were xalifandin da ku bi vî awayî hizra qedîmî ya pêwîstiya guhertina rejîmê li Şamê cardinê were hilêxistinê.
Heçend ku hikûmeta Sûriyê li sala 2014`an ambara çekên kîmyawî yên xwe raberî nûnerên NY û Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî kir, Waşengtonê sibeha îniyê, 7`ê Nîsana 2017`an bi vê hecetê ku dewleta Sûriyê li êrişa kîmyawî ya Xan Şêxûnê rola xwe hebûye, 59 mûşek kewkî ser axa Sûriyê kirin.