Nîsan 21, 2017 13:21 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehîyê gefa boykotên nû li Koreya Bakûr xwar

Konseya Ewlehîyê ya NY, gef li Koreya Bakûr xwar ku yê bi hegera kiryarên gellekî alozkir, boykotên nû ser vî welatî da bisepîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Konseya Ewlehîyê ya NY şeva buhurî bi daxûyanîyekê gefa boykotên nû li Koreya Bakûr xwar, bi hegera tişta ku kiryarên zef alozker ên Pîyong Yangê binav kir.

Endamên Konseya Ewlehîyê li vê daxûyanîyê temî dan Koreya Bakûr ku xwe ji ceribandinên zêdetir ên mûşekî û navokî dûr ragire.

Di vê daxûyanîyê da hatîye ku ceribandinên navokî û mûşekî yên Koreya Bakûr bi awayekî berfire gêreyê li navçê û cîhanê dijwar dikin.

Ev daxûyanîya Konseya Ewlehîyê piştî wê hat dayînê ku li gorî pêkutîya Rûsîyê, rêçareya biaştî ya bi rêka gotûbêjê, li daxûyanîyê hat bicihkirinê.

Rûsîya vê hefteyê li dijî pêşnivîsa biryarnama şermezarkirina ceribandina mûşekî ya herîdawîyê derket.

Eva li halekî ye ku Çîn, wekî hevgirtîyê sereke yê Koreya Bakûr yek ji piştgirên pêşnivîsa vê biryarnamê bû.