Nîsan 21, 2017 11:30 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê: Guhertina destûra bingehîn a Tirkîyê mijara gumanê ye

Komîserê Firehkirina Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn dibêje, guhertina destûra bingehîn a Tirkîyê mijara gumanê ye û giştpirsîya civaka Tirkiyê bi awayekî metirsîdar kiriye du parçe û radigihîne di hemû waran de bi Tirkiyê re, dema nîqaşê hatiye.

Johannes Hahn derbarê encamên giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê de bersiv da pirsên DW (Doçe Wele) ya Almanyayê û got, heger guhertin bên bicîhkirin, Tirkîye di warê cihêbûna erkan û dadgeha serbixwe de yê ji standardên Ewropayê dûr bikeve.

Johannes Hahn da zanîn ku gotûbêj ji ber paşveçûnên dewleta hiqûqî û azadiya rojnamegeriyê de têk çûn. Her çiqas welatên Ewropayê aşkera daxwaza rawestandina gotûbêjan nakin, behsa vekirinê jî nakin. Piştî giştpirsîyê dema nirxandina pêwendiyan hatiye.

Hahn li dawîyê got, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê dibêje, ew amade ne bendên ku Yekîtiya Ewropayê daniye pêş wan gotubêj bikin û derbarê vê de planake wan heye, lê anîna yasaya darvekirinê tê wateya bidawînanîna pêvajoya endamtiyê.