Adar 20, 2017 10:52 Asia/Tehran
  • Martîn Şûltz bû serokê Partîya Sosyal-Dêmokirat a Almanyayê

Kongira taybet a Partîya Sosyal-Dêmokirat bi sedî sedê dengan Martîn Şûltz wekî serokê Partîya Sosyal-Dêmokirat û herwiha berbijarê vê partîyê jibo bidestxistina posta serokwezîrtîyê li hilbijartinên pêşerojê yên parlimana Almanyayê bijart.

Li gorî rapora kanala nûçan a Deutsche welle, kongira taybet a Partîya Sosyal-Dêmokirat a Almanyayê bi 605 nuneran, Martîn Şûltz serokê berê yê Parlimana Ewropayê wekî serokê vê partîyê û herwiha berbijarê vê partîyê jibo bidestxistina serokwezîrtîyê li hilbijartinên parlimanê yên pêşberî ALmanyayê bijartin.

Martîn Şûltz piştî ku hat bijartinê got: Ez fikir dikim ev bijartina yê destpêkek jibo bidestxistina nivîsgeha serokwezîrtîyê li Almanyayê be.