Sibat 17, 2017 20:20 Asia/Tehran
  • Di gerdunê de korta tarî ya herî 'çile' hat dîtin

Zanyarên Amerîkî korta tarî ya herî ‘çile’ ya ku 11 hezar salan çalak e û ji kortên tarî yên asayî 10 caran zêdetir cismê asîmanî ber xwe ve dikişîne keşf kir

Korta tarî ya navborî ji aliyê astrofizîkvanên Zanîngeha New Hampshire ya Amerîkî ve hat keşf kirin ku ew korta tarî ji dinyayê bi milyaran salên rohniyê dûr e û di nav gerstêrka NGC 5813 de cî distîne.

Di gotara ku li kovara Nature hatiye weşandin de, tê diyarkirin ku ev korta reş stêrik û cismên xwe nêzî dikin wek ‘gezekê' parçe parçe dike û bermayîyên wan jî diquritîne.