Daxwaza îstîzaya Trump ji kongera Amerîka
Sibat 17, 2017 11:36 Asia/Tehran
Hezaran kes ji xelkê Amerîka li nameyekê ji kongera vî welatî xwestin ku Donald Trump istîzah bikin.
Li gor rapora IRIB News`ê, Nîzikî 850 hezar kes ji xelkê Amerîka li nameyekê ku bona kongera vî welatî nivîsîne, xwestine ku Donald Trump serokkomarê vî welatî ji ber binpêkirina qanûna bingehîn a Amerîka îstîzah bikin.
Can Bonîfaz ku yek ji van kesan bû ku ev nama daye kongera Amerîkayê û got: Xebata ji bo îstîzahkirina Trump berdewam e û em dixebitin hemû xelkê Amerîka razî bikin vê nama istîzaha Trump îmza bikin.
Wî got: Serokkomarê Amerîka qanûna bingehîn a vî welatî û hakimiyeta Amerîka binpê kiriye loma pêwîs te were îstîzahkirin.