Çile 11, 2017 15:41 Asia/Tehran
  • Li bombdanînên Qendiharê 5 dîplomatên mîrnişînên erebî hatine kuştin

Ji ber çend teqînan li Qendharê li başûra Efxanistanê 18 kes ji wan 5 dîplomatên mîrnişînên erebî hatine kuştin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Ji ber van çend teqînan li Qendiharê ji bilî kuştina 18 kesan Muhemmed Humayon Ezîzî parêzgarê Qendharê jî bi giranî birîndar bû.

Hevçaxî teqînên Qendiharê du teqînên terorîstî li nîzikiya avahiya meclisa netewî ya Efxanistanê li Kabolê jî qewimîn ku 37 kes hatine kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

Talibanê berpirsyariya van teqînan avête ustiyê xwe.

Qendihar û Hilmendê ji parêzgehên ne aram li başûra Efxanistanê tên hisab.