Jan 11, 2019 18:40 Asia/Tehran
  •  Xeyal û angaşt bi şêwaza Pompêo

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê li sefera Qahirê, paytexta Misrê, di dewama proja tirsandina ji Îranê, dijminatiya xwe ya herî zêde li bi Îranê re nîşan da da ku li saya wê siyasetên navçeyî yên Emerîkayê bi pêşde bibe.

 Mayk Pompê roja pêncşemiyê li Qahirê got ku  boykotên aborî yên Emerîkayê li dijî Îranê boykotên  herî dijwar ên dîrokê  ye ku hîn dê dijwartir jî bibin, heya dema ku  Îran mîna  welatekî asayî reftarê bike.Wezîrê karên derve yê Emerîkayê pişt re li twîtekê ku nşana  hêrsbûna vî welatî ji bandora û rola Îranê li muadileyên  navçeyî heye îdia kir ku cîhan bi berfirehiya gefên Îranê hesiyaye. Ev cure îdiayên  wezîrê karên derve yê Emerîkayê li pêvajoay sefera wxe ya navçeyî ne gotineke teze ye û bi caran ji zarê rayeadrên emerîkî bona pêşdebirina  armancên wxe li navça startejîk a rojava Asiyayê hatiye  bihîsitn. Îran wek welatekî û wek aktorekê bi bandor  li muadileyên  navçeyî roleke pir giring  li navçê heye û  ev bandora di xizmeta  aşitî û ewlehiay cîhanî de ye.

 Cureya rol û bandora Komara îslamî ya Îranê li navça rojava Asiyayê, muadileyên  Emerîka û hevpeymanên  wê li hev xistiye û di rewşeke wiha de , gefa  nasandina  Îranê ji aliyê rayeadrên  şerxwaz ên Emerîkayê tenê li çarçoveya  dabînkirina  berjewendiyên  aborî û siyasî yên Emerîkayê li hevkariya bi rejîmên erebî re ye.

Rola Îranê li navça rojava Asiyayê alîkariya  cihhatina  ewlehî û aşitiyê kiriye. Işkesta koma terorîstî ay DAIŞê li Iarqû Sûriyê, nîşana  bandora kêrhatî û ewlehîçêker li navçê ye. Eva li halekê ye ku  hilkolandina  dîroka  alûgurên  navça  rojava Asiyayê nîşan   ide ku   hizûra hêzên biyanî ji wan  emerîkiyan bi mehneyên  curbicur  li vê navçê xêncî alozî û bêewlehî û bêtifaqiyê tu destkewtek din tinebûye.

 Li vê barê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li bersiva îdiayên  wezîrê karên derve yê Emerîkayê li Qahirê got: Herwexta ku û li her dera ku Emerîka  mudaxilê dike,  bi dû wê alozî, serkut û hêrsbûn jî tê.

 Îstefan Walt, mamostê peywendiyên  navneteweyî yê zanîngeha  Harwardê jî vê adwiyê li kovara emerîkî ya Foreign policy nivîsî: Matyîna  Emerîkayê li navçê tam dûhatên  nerênî hebûne û peydabûna  DAIŞê û bi hezaran kuştî, ji encamên  êrişa sala 2003an a Emerîkayê ser Iraqê ye. 

 Wezîrê karên derve yê Emerîkayê xêncî gefa li dijî Îranê,  cardinê li Qahirê jî xeyal û gotinên pûç kirin ku li 40 salên buhurî rayedarên emerîkî bopna gihêştina bi wê her hewldanek kirin lê  neghêştin tu encamê. Guherîna  reftara Îranê û kirina Komara Îslamî ya Îranê wek nizameke  siyasî ku di xizmeta Emerîkayê de be, xewn û xeyalek bûye ku li 40 saliya Inqilaba Îslamî jî serê xwe negirtiye û ev işkesta emerîkî hêrs kirine.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê hewl dide  bi her şêwazî Îranê qayîl bike bikeve riyekê ku  bi dilê emerîkiyan be, lê ezmûn û tecruba 40 salan a Inqilaba Îslamî selimandiye ku  gelê Îranê dê tu carî  hîqaretê qebûl neke. Li gor gotina Zerîf Dê tu carî   Îran bixweze nabe  welatekî asayî  ku bi teqîld û şopandina  dewletên  kirêgirtiyê Emerîkayê û modêlên  mafên mirovan ên  Pompêo reftarê bike.

  Li vê barê hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî sê mehan berî niha  li civîna  sed hezar kesî ya besîciyan li werzişgeha Azadiya Têhranê  got: Bê guman gelê Îranê û nivşa nû biryar daye ku êdî neyê tehqîrkirin û riya qawetên biyanî û dijminan neşopîne û biryar daye ku  Îrana ezîz bighîne  şanazî û şan û şerefê û  bê guman ev hêza jî heye.