• Tecrîda hiqûqî ya Amerîkayê bi dengê Dîwana Lahê

Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê, wekî bingeha hiqûqî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY), saziya herî mezin a navnetewî, li hikmekê ji Amerîkayê xwest xwe ji vegerandina boykotên ji ber derketina vî welatî ji Lihevkirina Navokî dûr bigire.

Ebdulqewî Ehmed Usiv, dadwerê Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê, dema dengdayînê got: Ev dîwana bi pirraniya dengan hikim da ku divê Waşîngton her cure astengiya ji ber tivdîrên ku li roja 8`ê Gulanê hatine girtin û dibine sedema pêkhatina pirsgirêkan bona derfirotina azad a dermîn û xizmetên pizişkî, xwerin û berhemên cotkariyê û herwiha tîke û pirtiyên balafiran bo Îranê, ji holê rake.

Li vê hikmê amajeyî peymanekê bûye ku di sala 1955`an di navbera Îran û Amerîkayê de îmze bû û her du alî sozdar bûn xwe ji kiryarên ku derbê li berjewendiyên bazirganî û hiqûqî konsûlî yên kesayetiyên heqîqî û hiqûqî yên her du aliyan dide, dûr bigirin.

Li dû derketina yekalî ya Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî û biryara serokomarê Amerîkayê ya vegerandina boykotên navokî, Komara Îslamî ya Îranê li ser binpêkirina peymana Dostaniyê, li Dîwanê dijî Amerîkayê dozek vekir. Dîwanê jî biryara berwext da û ji Amerîkayê xwest dawiyê li binpêkirina Peymana Dostaniyê bîne. Ev hikma serketina mezin a hiqşqî ji bo Îranê û mînaka aşkera ya tecrîda tam a Amerîkayê li mijara derketina ji Lihevkirina Navokî tê hesêb.

Berî viya û berî ku Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, derketina vî welatî ji Lihevkirina Navokî ragihîne, serokên welatan û civakên navnetewî li bara tecrîdbûna Amerîkayê hişyarî dabûn. Bi vî halî Trump van hişyariyan berçav negirt û ji hevhatinekê derket ku 7 welatan û 28 endamên Yekîtiya Ewrûpayê ev îmze kiribûn û biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) hitbara wê garantî kiribû.

Niha dengê Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê ji bo hemî welatên cîhanê û ji wan Amerîkayê re pêwîst e ku cih bînin, û ev welata divê xwe ji her karekê ku heya dayîna hikma dawîn, xisarê li mafên Îranê bide dûr bigire. Helbet karnameya Amerîkayê ya sekinîna li hember hikman û biryarên saziyên navnetewî ji wan Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê û Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî, hin gumanan li ser cihanîna hikma ku ji aliyê Dîwanê ve hatiye dayîn pêk aniye.

Dewleta niha ya Amerîkayê bi awayekî aşkera dijayetiya xwe ya ligel saziyên navnetewî û saziyên ser bi Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) ji wan UNESCO û Konseya Mafên Mirovan nîşan daye. Her ji ber vê yekê belki jî Trump bona berdewamkirina lawazkirina serûberiya navnetewî û lawaznîşandayîna hêz û iqtidara saziyên wek Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê, biryara ku hatiye dayîn cih neyîne. Bi vî halî û cida ji çawaniya serederiya Waşîngtonê bi biryarên Dîwanê re, biryara ku hatiye dayîn, berheqbûna Komara Îslamî ya Îranê li vê şerrê hiqşqî nîşan dide.

Berî niha Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA), wekî çavdêra navokî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî, li 12 raporên demsalê, sozdariya Îranê li hember Lihevkirina Navokî ragihandibû. Hefteya buhurî jî li civînekê bi serokatiya Donald Trump, li Konseya Ewlehiyê ya NY, hemî welatên endam ji bilî Amerîkayê, aşkera yan jî devkî, pişta Lihevkirina Navokî girtin û biryara Waşîngtonê ya derketina ji vê hevhatinê rexne kirin.

Niha biryar û dengê Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê (Lahe) nîşan dide dewleta Trump, ji ber dayîna biryara derketina ji Lihevkirina Navokî heya çi astekê tenê maye û ketiye ber tecrîdê.

 

Oct 03, 2018 18:32 Asia/Tehran