• Pêgirîya serokê CHP`ê ser pêwîstîya xwedûrxistina artêşa Tirkîyê ji ketina nav Efrînê

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) wek partîya sereke ya muxalifê dewleta AKP`ê got: Nabe eskerên Tirkîyê derbasî nav Efrînê bibin.

Kemal Kiliçdaroglu serokê CHP`ê li hevpeyvîna digel Rojnama Hurriyet`ê got: Tirkîye divê ewlehîya sînorên xwe garantî bike lê ketina nav şarê Efrînê li bakûra Sûrîyê mijareke cida ye. Wî hişyarî a ku heke hêzên artêşa Tirkîyê bikevin nav Efrînê, dê ev bajara bibe deryaya xwînê. Serokê CHP`ê helwestên welatên rojavayî têkildarî Rojhilata Navînê rexne kirin û şandina çekên zêdetir ji bo milîtanên kurd li Sûrîyê şermezar kir û got ku ev yeka dê bibe sedema xwînrijandina zêdetir li navçê.

Eva cara yekem nîne ku Kemal Kiliçdaroglu li dijî êrişa artêşa Tirkîyê ser bakûra Sûrîyê derdikeve, lê hemî caran serokomar û rayedarên din ên AKP`ê bi tundî li hemberî vê yekê bertek nîşan dane. Him AKP`ê him jî CHP`ê dibêjin ku armanca wan têkildarî kiryar û helwestên bi vî rengî dabînkirina berjewendîyên netewî yên Tirkîyê ye. Helbet di vê navberê de Erdogan CHP wek partîya reqîb bi xîyaneta li welêt tawnbar kirîye û dibêje ku bila Kiliçdaroglu ji posta xwe wêde here. Lê ne Erdogan ji helwestên xwe yên têkildarî opêrasyona li bakûra Sûrîyê tê xwarê ne jî Kiliçdaroglu. Herwisan Kiliçdaroglu ser vê bawerê ye ku heke artêşa Tirkîyê bikeve nav Efrînê dê çawan têrorîstan û xelkê sivîl ji hev cihê bike û nas bike. Kiliçdaroglu dibêje ku nifûsa Efrînê ji milyonekê zêdetir, wê demê yê kesên bêguneh bên kuştinê.

Opêrasyona artêşa Tirkîyê dijî Efrînê li bakûra Sûrîyê ya ser navê qaşo Çiqila Zeytûnê ji 20`ê Çilê va destpê bûye ku di encamê da heta niha gellek kesên sivîl û zêde ji 30 eskerên Tirkîyê l igorî ragihandina serokerkantîya vî welatî hatine kuştinê û 143 eskerên vî welatî jî birîndar bûne. Lê çavkanîyên kurd û yên nefermî dibêjin ku hejmara eskerên Tirkîyê yên li Efrînê û derdora wê hatine kuştinê yan birîndar bûne, gellek zêdetir ji wê hejmarê ye ku artêşa Tirkîyê radigihîne. Tê gotin dewleta Tirkîyê ji bo rewanîşandayîna helwesta ku bûye sedema kuştin û birîndarbûna eskerên vî wselatî li axa Sûrîyê, neçar e ku qaşo destkevtîyên xwe mezin bike. Lewma artêşa Tirkîyê idia kirîye ku di encama opêrasyona Çiqila Zeytûnê de 51 deverên stratejîk li bakûra Sûrîyê ketine bin kontrola hêzên Tirkîyê û komên hevpeymanê wan lê dewleta Sûrîyê bi caran dewleta Tirkîyê têkildarî binpêkirina sînorê hewayî û binpêkirina yekperçetîya axê û serwerîya Şamê hişyar kirîye û ev kiryara dewleta Enqerê destdirêjîya aşkira ser serwerîya Şamê bi nav kirîye. Helbet rayedarên Tirkîyê guh nedane vê yekê, çawan ku guh nade rexne û hişyarkirinên rayedarên hizbî û rexnekirên navxweyî yên helwestên sîyasî û leşekrî yên Enqerê li Sûrîyê.

Sadiq Melêkî çavdêrê meseleyên sîyasî yên Tirkîyê di vî warî de ser vê bawerê ye ku Tirkîye hela jî dilgiranê rewş û cîgeha kurdên Sûrîyê li bakûra vî welatî ye nemaze ku Tirkîyê zêde 900 kîlomêtrî sînorê hevpar digel Sûrîyê heye û Enqere tam bi dû qutkirina têkilîya xetên kurdan e. Melêkî opêrasyona Çiqila Zeytûnê ya dijî Efrînê jî li dewama vê sênaryoyê dizane. Ev çavdêrê meseleyên sîyasî dibêje ku pêkhatina ihtimalî ya dewleta kurdan li bakûra Sûrîyê xetereke cidî ji bo tirkan tê hesêb û xwezayî ye ku sîyasetên Enqerê têkildarî Şamê misoger û dilnîyakir nebin û ev rewşa bûye sedem ku sîyaseta Tirkîyê li hemberî Sûrîyê bi awayekî berdewam biguhere.

Feb 13, 2018 19:28 Asia/Tehran