• Erdogan welatên piştgirê Gulen hişyar kirin

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê duh 10`ê Çile li axavtinekê tevî hişyarkirina welatên ku endamên Tevgera Gulen radestî Tirkîyê nakin, got: Welatên hanê rêzê li qanûnê nagirin.

Erdoganê serokomarê Tirkîyê herwiha ragihand ku welatên piştgirê Tevgera Gulen lê digerin bi biryarên sîyasî pirsgirêkan ji dewleta Tirkîyê re saz bikin.

Wî di eynî demî de pergala niha ya cîhanê û nemaze NY û kiryarên sepandî yên endamên dayimî yên Konseya Ewlehîyê rexne kirin û ragihand ku ev welatana berpirsê gellek bêdadî û cihêrengîyên li cîhanê ne.

Bilî ku ev pişka gotinên Erdogan ku qaşo Konseya Ewlehîyê ya NY pêrgî pirsgirêkê kirîye, berovajî helwesta Tirkîyê li hemberî vê dezgeha NY ye lê divê mirov vê xalê ji bîr neke ku gotinên Erdogan nîşanek ji helwest û sîyaseta demkî ya Tirkîyê di hemî salên desthilatdarîya AKP`ê li civaka Tirkîyê ye, tu dibê qey NY û Konseya Ewlehîyê heta niha li biryarên xwe serbixwe bûne ku Tirkîye niha serbixwenebûna Konseya Ewlehîyê ya NY di warê biryardayînê de nahemilîne.

Serokomarê Tirkîyê ji bîr kirîye di salên endametîya dayimî ya Tirkîyê li vê konseyê dema biryardayînên navnetewî çi biryarname û çi dengên nayên qebûlkirinê li dijî çi welatan daye.

Bilî vîya, rêberê Tirkîyê ji bîr kirîye ku heta çendekê berî niha Enqere û şexsê Erdogan wek cîanerê sîyasetên Amerîkayê li derdorên sîyasî yên piçûk û mezin ên navxweyî û navçeyî û navnetewî dihatin naskirin û niha ku bayê neyarîyê li alaya peywendîyên Enqere û Waşîngtonê dide, bi qêrînê basa pêwîstîya parastina ewlehîya netewî dike û Amerîkayê pêrgî kêşeyê dike.

Amerîkaya ku idî raya giştî ya cîhanê bi bereketa serketina inqilaba islamî mideha nêzîkî 40 salan de pênase û zatê şeytanî yê wî li qada navnetewî nas kirîye.

Di van hemî salan de Tirkîyê li bereya rojava û Amerîkayê û ji bo berjewendîyên wan û hebet qaşo berjewendîyên netewî yên xwe şerr kirîye û serederî kirîye. Lê niha ev pirsa heye ku gelo niha ku dora kiryara şeytanî ya Amerîkayê Tirkîyê digire ber xwe, rêberê vî welatî li biryarên neisûlî û derveyî mentiqê yên NY û Konseya Ewlehîyê û rezaleta sîyaseta derve ya Amerîkayê hesîyaye û an dil heye ji vê babetê û ser navê rexnekirina sîyaseta derve ya Amerîkayê û biryarên Konseya Ewlehîyê cîgeh û rizamendîyekê têkildarî xwe û partîya xwe bi dest bixe û xwe şirîn bike. Erdogan dema rexnekirina welatên piştgirê Tevgera Gulen navê Amerîkayê bilêv nekirîye lê kî ye ku nezane Gulen li Amerîkayê dijî û Waşîngtonê heta niha daxwaza Enqerê ya radestkirina vî rexnekirê niha yê dewleta Tirkîyê û dostê berê yê rêzdar Erdogan bo Tirkîyê cih neanîye.

Gelo bi rastî hişyarkirina welatên ku xwe ji radestkirina endamên ber taqbatê yên Tevgera Gulen bo dewleta Enqerê vedidizin û gefkirina tolhildana ji wan di pêşerojê de, gefkirineke cidî ye yan ji bo sûdwergirtina serokomarê Tirkîyê ji pêla hestên gelê Tirkîyê û domandina sîyaseta xwe ya popolîstî ji bo qaşo birêvebirina civaka Tirkîyê ye.

Dewletên ku piştgirên Tevgera Gulen wek penaber wergirtine yên wek Alman û Yûnanê heta niha bersiva ``baş e, em ê radest bikin`` nedane daxwazên berdewam ên rayedarên dewleta Enqerê nemaze serokomarê Tirkîyê.

Rastî eva ye ku Erdogan li dewama kiryarên piştî derbeyê fermana girêdana zêde ji hezar medreseyên taybet ên ser bi Fetulah Gulen û derxistina mamosteyan da lê gelo çima Erdogan ji wan navendên perwerdekirinê ditirse?

Evdilhemîd Beyatî çavdêrê meseleyên sîyasî di vî warî de dibêje: ``Gulen bi saya perwerdekirinê û medreseyan gellek hogir hene, di rastîyê de Gulen bi karê perwerdê wek yek ji esasên hizrên xwe nifşek perwerde kirîye ku li gorî meyla wî pêngavan radikin. Tê gotin li gorî nêrîna Gulen perwerde kar û babeteke pîroz e. Ji ber ku mirov bi zanistê kêrhatî dibin. Lewma giranîya karê Gulen ser damezirandina şebkeyeke medrese, zanîngeh û cihên xwendin û razana wan xwendekaran e ku mirovan ji zaroktîyê va heta mezinbûnê perwerde dikin. Ew medrese û zanîngeh bilî Tirkîyê li Ewropa, Amerîka, afrîqa, başûra rojhilata Asyayê û ji hemîyan girîngtir li welatên tirknişîn ên Asyaya Navîn hatine damezirandinê.

Fetulah Gulen ji dehsalîya 1970`yî ve, şebekeyeke perwerde, sazîyên sivîl û ticarî damezirandîye û bi nifûza li sazî û dezgehên biryarder li Tirkîyê ji wan li dezgeha dadwerîyê, xeleka desthilat û heyîtîya xwe kemiland. Çalakîyên Tevgera Gulen tevî idiayên birêvebirina bêserûber û nehevgirtî û nesîstematîk, wisa li gorî planê tên kirin ku niha medrese û sazîyên medenî yên ser bi tevgera wî, li seranserî cîhanê mijûlê kar û çalakîyên berfirekirina perwerde û bawerîyên sîyasî û dînî yên rêberê xwe ne.

Ser vî esasî Beyatî dibêje, pirranîya çaksazîyên îdarî ku hikûmeta AKP`ê li nijyara borokiratîk a Tirkîyê dike, hecetek in ji bo tesfîyekirin an herîkêm cîguhertina kadroyên Gulen li nijyara borokirasîya dewleta Tirkîyê nemaze li wezareta perwerdê ku ji bo Tevgera Gulen gellekî girîng e.

Li gorî vê yekê ku Erdogan ji çend salan berî niha ve Gulen bi pêkanîna dewleta sîber û hewildana ji bo rûxandinê tawanbar û mehkûm dike, şerê desthilatê ji bo bidestgirtina kar û baran li Tirkîyê baş xûya dike.

Lewma wer xûya dike yek ji hegerên sekinîna Erdogan li hemberî Gulen ev mesela be ku Gulen hesta vê yekê dike, wisa ku hêja bûye destmiza xwe ya ji ber piştgirîya ji AKP`ê wernegirtîye, lewma hewil dide navendên zêdetir ên desthilatê li civaka Tirkîyê bigire destê xwe. Li halekî ku Gulen li medrese û zanîngehên xwe mirovên wisa perwerde kirine ku niha derbasî sazî û dezgehên curbicur ên Tirkîyê bûne û renge ji ber vê yekê ku piştî derbê gellek alîgirên Gulen hatine girtinê û şexsê Erdogan ji bo ku Amerîka Gulen û welatên din hogirên wî radest bikin, bêtebat e.

Jan 11, 2018 18:26 Asia/Tehran